Japonyayê hişyariya geştê ya li ser bajarên Bakurê Kurdistanê rakir

Hewlêr (Rûdaw) - Japonyayê bajarên Dîlok, Kilîs, Riha, Mêrdîn û Hatayê ji lîsteya hişyariya geştê derxist.

Japonyayê berê ji ber şerê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derbarê geşta bajarên Dîlok, Kilîs, Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê hişyarî dabû welatiyên xwe.

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Fatma Şahînê ragihand ku Japonyayê hişyariya geştê ya ji bo bajarên li ser sînorê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rakiriye.

Japonyayê bi biryara nû bajarên Dîlok, Kilîs, Riha, Mêrdîn û Hatayê wekî bajarên ewle ku welatiyên wan dikarin biçin wan deran destnîşan kir.

Fatma Şahîn ji bo biryara nû çû ba Balyozê Japonyayê yê Enqereyê Tamura Masami û spasiya Japonyayê kir.