Li Efrînê jineke 19 salî hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirinê ya Binpêkirinan a Efrînê ragihand ku li bajarê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd a 19 salî bi awayekî hovane hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Belgekirinê ya Binpêkirinan a Efrînê, bûyer li gundê Aşkanê yê bajarê Cindirêsê qewimiye.
Jina Kurd a bi navê Şêrîn Nûrî Oso li mala xwe rastî şkenceyê hatiye û pişt re gule li wê hatine reşandin.
Şêrînê di êrişê de canê xwe ji dest daye.
"Hûrgilî ne diyar in"
Navenda Belgekirinê diyar kir ku hûrgiliyên bûyerê û sedema kuştina Şêrînê hîn nehatine zelalkirin.
Hat diyarkirin ku Şêrîn 19 salî bû û beriya 3 salan zewcîbû..
Binpêkirinên li herêmê
Navendê bal kişand ser wê yekê ku ev ne bûyera yekem e ku li wan herêman rû dide.
Li gorî daxuyaniyê, li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bûyerên bi vî rengî gelek caran rû didin.