WAN - Pisporên tenduristiya derûnî perwerdeyê dibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo pisporên tenduristiya derûnî rêzeperwerdeyên bêpere tên dayîn.

Ev bername, bi hevkariya Kovara Psychology Kurdî, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Eyaleta NRWyê ya Almanyayê û Zanîngeha Dewletê ya Baden-Wuerttembergê (DHBW - Almanya) tê organîzekirin.

Yek ji edîtorên Kovara Psychology Kurdî Abdulsittar Ozmen, li ser navê koordînasyona bernameyê, derbarê armanc û hûrguliyên perwerdeyê agahî dan.

Ozmen ragihand ku heman bernameya perwerdeyê berê li Semsûr, Hatay, Meletî û Dêrsimê hatibû lidarxistin û niha jî ev perwerde li Wanê tê dayîn.

"Armanca me bihêzkirina pisporên herêmê ye"

Abdulsittar Ozmen bal kişand ser girîngiya van perwerdeyan û wiha axivî:

"Armanca me ya sereke ew e ku em jêhatîbûnên pisporên tenduristiya derûnî yên li Wan û derdora wê, bi taybetî di warê karesatên xwezayî yên wekî erdhejê de, xurt bikin.

Em dixwazin kesên beşdar bi van perwerdehiyan derbarê karesat û stratejiyên têkoşînê agahî û teknîkên serederîkirinê bi dest bixin."

EMDR û psîkodrama tên hînkirin

Ozmen da zanîn ku di perwerdeyê de rêbazên dermankirinê yên girîng jî tên nîşandan û wiha domand:

“Di bernameyê de, pispor bi awayekî berfireh fêrî naskirin û nirxandina nîşaneyên wekî Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê (NSPT) dibin.

Her wiha, rêbazên terapiyê yên girîng ên wekî EMDR û psîkodramayê ku di pêvajoyên têkoşîna bi travma û stresê re bi bandor in, bi awayekî teorîk û pratîk fêr dibin û li ser nêzîkayiyên kartêker ên ji bo zarok û ciwanan tê rawestandin."

Perwerde hemû bêpere û rû bi rû ne. Ji ber ku ev bername wekî pakêtekê hatiye amadekirin, beşdarbûna li hemû perwerdeyan mecbûrî ye.

Kontenjana bernameyê bi 25 kesên pispor sînordar e ku ji psîkolog, psîkiyatrîst, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û asîstanên psîkiyatriyê pêk tên.

Bernameya Perwerdeyê (15-19ê Kanûna Pêşîn a 2025an)

Bernameya perwerdeyê ya pênc rojan ji aliyê akademîsyen û pisporên navdar ve tê dayîn:

Roja 1emîn:

Mijar: Perwerdeya Alîkariya Derûnî ya Pêşîn di Erdhej û Karesatên Xwezayî de

Perwerdekar: Dr. Azad Gunderci (Psîkiyatrîst û psîkoterapîst)

Roja 2yemîn:

Mijar: Travma û Nexweşiya Stresa Piştî Travmayê: Naskirin û Rêbazên Dermankirinê - Mînakên Waqayan

Perwerdekar: Doç. Dr. Mesut Işik (Psîkiyatrîst û psîkoterapîst)

Roja 3yemîn:

Mijar: EMDR: Têkoşîna bi Travmayê re

Perwerdekar: Prof. Dr. Burhanettîn Kaya (Psîkiyatrîst û psîkoterapîst)

Roja 4emîn:

Mijar: Pêşxistina Şiyanên Têkoşîna bi Stresê re di Erdhej û Karesatên Din ên Xwezayî de: Ji bo Zarok û Ciwanan Sepanên Pratîk

Perwerdekar: Dr. Hozan Saatçioglu (Psîkiyatrîstê zarok û ciwanan)

Roja 5emîn:

Mijar: Wekî Rêbazeke Dermankirinê Psîkodrama

Perwerdekar: Prof. Dr. Arşaluys Kayir (Psîkolog, psîkoterapîst û psîkodramatîst)