Li Îlamê 4 kes hatin desteserkirin, 2 ji wan zarok in
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Avdananê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 kes desteser kirin ku 2 ji wan zarok in.
Saziya Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku roja 15ê Kanûna 2025an, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Avdananê yê Îlamê operasyonek pêk aniye.
Di encama serdegirtinan de ciwanên bi navên Emîrelî Heyderî û Husên Haciyan û du zarokên 17 salî hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku navên wan zarokan Îlma Îmanî û Suhêl Parkerzan e.
Îlma Îmanî xelkê gundê Hezaranî ye û Suhêl Parkerzan jî xelkê gundê Heft Kanî ye ku her du gund jî ser bi Avdananê ve ne.
Bi tundî hatin birin
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê nîşan bidin bi awayekî tund ew her çar kes desteser kirine.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê ew veguhastin cihekî nediyar û heta niha derbarê çarenivîsa wan ti zanyarî nînin.
Malbatên wan ji rewşa zarokên xwe dilgiran in.