Mesrûr Barzanî şampiyonê boksê Baydîn Îdrîs Heso pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şampiyonê Kurd Baydîn Îdrîs Heso pîroz kir ku di Şampiyoniya Boksê ya Asyayê de bûye yekem.
Baydîn Îdrîs Heso di Şampiyoniya Boksîngê ya Asyayê de bû yekem ku li welatê Albaniyayê hatibû organîzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Baydîn Îdrîs Heso pêşwazî kir û hêviya serkeftina ji wî re xwest.
"Piştevaniya me dê bidome"
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê peyamek belav kir û di peyama xwe de careke din tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgiriya xwe ya ji bo werziş û werzişvanên Kurdistanê bidomîne.