Li Kelha Hewlêrê pêşangeha wêneyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma vekirina pêşengeha wêneyan a ji aliyê 5 wênekêşên kurd û iraqî ve hate sazkirin bû.
Ji xeynî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî jî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn.
Di pêşangeha bi navê “Ciwaniyên Veşartî” de wêneyên 5 hunermedên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê têne nîşandan.
Pêşangeh ji du beşan pêk tê û di beşa yekemîn de wêneyên berê yên Iraqê û di beşa duyemîn de jî wêneyên wêrankirina şerê vê dawiyê cih girtine.
Di çarçoveya vekirina pêşangehekê de Nêçîrvan Barzanî axaft û sipasiya organizetor û beşdariyên pêşangehê kir.
Barzanî wiha got: “Çand zimanek e ku mirov dikare li cîhanê bi hesanê peywendiyên çêbike. Iraq jî weke ji aliyê çand û dîrokê ve welateke dewlemend e.”