Hewlêr - Li xala kontrolê şer derket: Birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li xaleke kontrolê ya li derdora Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, di navbera du malbatan de şerê bi çek derket û her du aliyan teqe li hev kirin. Di encama teqekirinê de, 2 karmendên Asayişê û 3 welatî ku endamên wna malbatan bûn, birîndar bûn.
Rêvebira Bajarokê Dêgeleyê Tole Mehîd Xoşnaw di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “li nêzîkî xala kontrolê ya Dêgeleyê 2 malbat li ser arîşeyeke civakî bûye şerê wan û her du aliyan teqe li hev kirine.”
Tole Mehdî Xoşbaw got: “Ti pêwendiya teqekirinê bi hêzên asayişê yên li xala kontrolê nebûye û tenê kesên ser bi wna her du malbatan ku di navbera wan arîşeyeke civakî hebûye, li nêzîkî xala kontrolê ya Dêgeleyê rastî hev hatine û çek ji hev rakişandine û teqe li hev kirine.”
Rêvebira Bajarokê Dêgeleyê aşkere kir, di encama teqekirinê de 2 karmendên Asayişê yên li xala kontrolê û 3 kesên din ên ji her du malbatan jî birîndar bûne.
Bi gotina Tole Mehdî Xoşnaw birîna her du karmendên asayişê sivik bûye û bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin. Herwiha birîndaran din ên ji wan malbatan jî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.