Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê yê ser bi Colemêrg a Bakurê Kurdistanê di sermaya 20 pileyên bin sifrê de masiyan digrin.
Şêniyên bajarê Geverê yê ser bi parêzgeha Colemêrgê ve di demsala zivistanê de diçin ser Rûbarê Mezin û masiyan digrin.
Rûbarê ku di nava bajar re derbas dibe ji ber daketina pileyên germê, beşekê qeşa girtiye û ew yek bûye derfet bû welatiyan ku torên xwe bavêjin û masiyan bigrin.
Ji ber barîna berfê li Geverê û derdora wê pileyên germayê daketiye 20 pileyên bin sifrê de û ew yek bûye sedem ku beşek ji rûbarên deverê qerisîne, bi vê yekê gelek kes weke hezeke xwe cemeda rûbaran dişkînin û masiyan digrin lê hin kes jî bo peydakirina debara jiyana xwe wan masiyan digrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse