Îlham Ehmedê hişyarî da: Dixwazin şer derxin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku nûçeyên derbarê "komkujiyên li Hisîçayê" de nerast in û armanca wan têkdana agirbestê ye.

Îlham Ehmedê li ser rewşa dawî daxuyaniyek da û bang li welatiyan kir ku baldar bin.

"Nûçe sexte ne"

Îlham Ehmedê diyar kir ku ew nûçe ji aliyê aliyên têkder ve tên belavkirin û got:

"Em bangî welatiyan dikin ku di asta herî bilind de baldar bin.

Hemû nûçeyên derbarê 'komkujiyên li Hisîçayê' de bi temamî sexte û çêkirî ne."

"Armanc têkdana agirbestê ye"

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve destnîşan kir ku armanca van nûçeyan ew e ku rê li ber bicihanîna agirbestê bigirin û wiha pê de çû:

"Ev nûçe ji aliyê çavkaniyên girêdayî aliyên têkder ve tên belavkirin.

Armanc ew e ku nehêlin agirbest pêk were, nakokiyên eşîrî werin gurkirin û êrişên li ser Hisîça û Kobaniyê cardin dest pê bikin."

"Em pabendî yekbûnê ne"

Îlham Ehmedê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser rêkeftina dawî ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de kir û got:

"Em bi rêkeftina agirbestê û yekbûna temam ve girêdayî ne."