Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer di civînê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Çend çavkaniyan ji Rûdawê re piştrast kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi Ehmed Şer re gihîşt Şamê û niha di civînê de ne.

Doh Ehmed Şer dabû zanîn ku ew dê îro bi Mezlûm Ebdî re bicive û wê rêkeftina hatiye ragihandin îmze bikin.

Ehmed Şer diyar doh eşkere kiribû ku dê li ser agirbestê bi Mezlûm Ebdî re bicive.

Li aliyê din, Fermandarê Giştî yê HSDyê jî diyar kiribû ku ew dê biçe Şamê bi Ehmed Şer re bicive.

Ev hevdîtina ku biryar bû roja yekşemê were kirin lê ji ber xirabiya hewayê bo îro hate bipaşxistin, piştî 13 rojên pevçûnên dijwar pêk tê.

Di van pevçûnan de artêşa Sûriyeyê û hêzên eşîran piştî şerê Helebê, bipêşketineke mezin ber bi bakur û rojhilatê welat ve kiribûn.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya vîdeoyî de ragihand ku ew bi agirbestê razî bûye da ku rê li ber "şerê navxweyî" û rijandina xwîna zêdetir a hemwelatiyên sivîl bigire.

Ebdî amaje pê kir ku ev şer bi ser HSDyê de hatiye "sepandin" û ji aliyê gelek aliyan ve hatibû plankirin.

Fermandarê HSDyê tekez kir ku vekişîna hêzên wan a ji Reqayê û Dêrazorê ya ber bi Hesekê ve, gaveke berpirsyarane bû ji bo parastina destkeftiyên gelê wan e.

Hûrgiliyên rêkeftina ji 14 xalan

Rêkeftina nû ya ku ji aliyê Serokkomariya Sûriyeyê ve hatiye belavkirin, di pêwendiya navbera Şam û HSDyê de guherîneke bingehîn çêdike. Xalên herî girîng ev in:

Tevlîkirina leşkerî: Şervanên HSDyê dê li ser bingeha "kesane" û piştî lêkolîna ewlehiyê, bikevin nav wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê û dê pileya leşkerî û mafên wan ên darayî werin dayîn.

Radestkirina îdarî: Parêzgehên Reqayê û Dêrazorê dê ji aliyê îdarî û leşkerî ve bi temamî radestî hikûmeta navendî werin kirin.

Di heman demê de saziyên sivîl ên Hisîçayê jî dê tevlî dewletê werin kirin.

Kontrola çavkaniyan: Hikûmeta Sûriyeyê dê kontrola hemû deriyên sînorî û kêlgehên petrol û gazê ducare bi dest bixe.

Mafên Kurdan: Zimanê Kurdî wekî zimanê niştimanî tê naskirin û pirsgirêka bênasnameyan (bê-wetan) tê çareserkirin.

Dosyeya DAIŞ û PKKyê: Hikûmet berpirsyariya girtiyên DAIŞê digire ser milê xwe û HSD jî pêbend dibe ku endamên ne Sûriyeyî yên PKKyê ji axa Sûriyeyê derxîne.

Karvedan û rewşa aborî

Li Şamê piştî belavbûna nûçeya rêkeftinê, xelk herikîn ser şeqaman û bi fîşekên hewayî û dîlanê kêfxweşiya xwe nîşan da. Lê hinek çavdêr hîn jî bi guman li rewşê dinêrin û dipirsin gelo dê agirbest bidome?

Ji aliyê aborî ve, vegera kêlgehên petrolê ya ji bo bin desthilata dewletê wekî werçerxaneke mezin tê dîtin çimkî ji sedî 90î xelkê Sûriyeyê di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Hêvî heye ku ev dahat bibin paldera avakirina welat.

Helwesta navneteweyî

Tom Barack, Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê, yê ku roja yekşemê bi Ehmed Şer re civîbû, ev rêkeftin wekî "werçerxaneke gelekî girîng" bi nav kir.

Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtineke bi telefonê de ya bi Ehmed Şer re, piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Şamê ducare kir.

Ev hevdîtina navbera Ebdî û Şer di demekê de ye ku HSD û Rêveberiya Xweser hişyariya êrişa hinek komên çekdar a li ser girtiyên DAIŞê yên li Reqayê û Hesekê didin.

 Ev yek dikare hemû pêvajoya agirbestê bixe bin metirsiyê eger bi lez neyê kontrolkirin.