‘Êrişên ber bi Kobaniyê ve zêde bûne’

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanekî Kurd ê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Sûriyeyê êrişên xwe yên ber bi Kobaniyê ve zêde kirine.

Kobanî li bakurê rojhilatê Helebê ye lê êriş ji aliyê parêzgeha Reqayê ve ne.

 Rojnameger û çalakvanê Kurd Xebat Îto yê ku li Kobaniyê dijî ji Rûdawê re got, "Hêzên hikûmeta Sûriyeyê ber bi Kobaniyê ve bi pêş dikevin."

Îto her wiha anî zimên ku xelkê Kobaniyê ji bo her pêşhatê amadehiyan dikin.

Hevdem berpirsekî HSDyê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê li sînorê bajarokê Eyn Îsayê bi pêş ketine û ber bi bajarokê Çelebiyê ve diçin ku nêzîkî 40 kîlometreyan dûrî Kobaniyê ye.

Wî berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê ber bi bajarokê Sirînê ve jî bi pêş dikevin ku tenê 33 kîlometreyan dûrî Kobaniyê ye.