HSD: Girtîgeha Şedadê ji bin kontrola me derket
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa dawî ya girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hisîçayê daxuyaniyeke belav kir û ragihand ku girtîgeh ji bin kontrola wan derketiye.
HSDyê diyar kir ku ji vê sibehê ve komên çekdar ên Şamê bi dehan caran êrişî girtîgeha Şedadê kiriye.
Li wê girtîgehê bi hezaran endamên rêxistina terorê ya DAIŞê girtî ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên HSDyê li ber van êrişan sekinîne û gelek êriş şikandine.
HSDyê ragihand ku ji bo pêşîgirtina li "kareseteke ewlehiyê" bi dehan şervan şehîd ketine û birîndar bûne.
“Koalîsyonê midaxele nekir”
HSDyê rexne li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAŞê (Koalîsyon) girtin û bal kişand ser wê yekê ku girtîgeh tenê nêzîkî 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyonê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin,"Tevî bangan jî baregeha Koalîsyonê midaxeleyî êrişan nekir."
Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku niha girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên wan derketiye.