Cevdet Yilmaz: Em dê pêvajoya peymana HSD û Şamê ji nêzîk ve bişopînin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de wekî "hêvîbexş" pênase kir û ragihand ku ew dê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopînin.
Cevdet Yilmaz li ser hesabê xwe yê Xê derbarê "Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam" a li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Yilmaz bal kişand ser “yekparçeyiya axa Sûriyeyê û xurtkirina otorîteya navendî.”
"Em dê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopînin"
Cevdet Yilmaz amaje bi girîngiya bicihanîna xalên peymanê kir û got:
"Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a ku li Sûriyeyê hatiye ragihandin, ji bo paşerojê bipêşketineke hêvîbexş e.
Em dê pêvajoya bicihanîna hukmên peymanê ji nêzîk ve bişopînin."
"Em hêvî dikin pêkhateyên bi piştgiriya derve bi dawî bibin"
Yilmaz di daxuyaniya xwe de behsa wan pêkhateyan kir ku di dema valahiya desthilatê de hatine avakirin û wiha pê de çû:
"Em hêvî dikin ku di heyama pêş de alî pabendî sozên xwe bin û pêvajoyê ber bi aramiyê ve bibin.
Her wiha em hêvî dikin ew pêkhateyên ku ji heyama borî mane û di dema valahiya otorîteya navendî de bi piştgiriya derve hatine avakirin, bi dawî bibin."
"Divê petrol û çavkanî ji bo bipêşketinê bên bikaranîn"
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê behsa êşa gelê Sûriyeyê kir û diyar kir ku ev peyman ji bo refaha herêmî derfetek e:
"Sûriyeyeke ku yekparçeyiya axa wê û serweriya wê hatiye xurtkirin û bi têgihiştineke ku hemû hêmanan entegre dike ji nû ve hatiye avakirin; hem ji bo gelê Sûriyeyê yê ku êşên mezin kişandine û hem jî ji bo aramî û refaha herêmê zehf biqîmet e.
Bi bicihanîna peymanê re, bazirganî, petrol û çavkaniyên din dê ne ji bo tevlihevkirina Sûriyeyê, ji bo geşepêdana wê werin bikaranîn."
"Bersiva herî xurt: Biratiya Tirk, Kurd û Ereban"
Cevdet Yilmaz destnîşan kir ku Tirkiye dê piştgiriya gavên xurtkirina otorîteya navendî bike û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Wekî Komara Tirkiyeyê, em dê bi têgihiştineke ku hemû komên etnkî, mezhebî û dînî yên gelê Sûriyeyê yê bira li xwe digire, piştgiriya avêtina gavên ji bo xurtkirina otorîteya navendî bikin.
Biratiya Tirk, Kurd û Ereban; bersiva herî xurt e ji bo wan derdorên ku li ser Sûriyeyê hesabên cuda dikin û li şûna aramiyê agirê şer gur dikin."