Fransa: Em pabendî hevpeymaniya xwe ya bi Kurdan re ne
Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê piştgirî da agirbesta di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û tekez kir ku ew pabendî hevpeymaniya xwe ya bi HSDyê re ye.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand, "Fransa li hemberî hevpeymanên xwe biwefa ye" û bangî hemû aliyan kir ku rêzê li peymana agirbestê bigirin.
Li gorî peymanê, piştî çend mehên dan û standinên xitimî û şerekî xwînî yê çend hefteyan, biryar hatiye dayîn ku sazî û hêzên Rêveberiya Xweser tevlî sazî û hêzên hikûmeta navendî ya Sûriyeyê bibin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Fransa "bi israr piştgiriya yekîtiya axa Sûriyeyê dike."
"Em biwefa ne"
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi amajeya bi HSDyê got, "Fransa li hemberî wan kesên ku şerê DAIŞê kiriye biwefa ye."
Peymana 18ê Kanûna Paşîn, piştî şerekî dijwar hat ku çend rojan ajot.
Di wî şerî de hêzên hikûmetê bi piştgiriya çekdarên eşîrên Ereban çend herêmên stratejîk kontrol kirin.
Di nav wan deveran de bajarê Tebqayê, Bendava Feratê (Bendava Tebqayê), zeviyên petrolê û beşek ji parêzgehên Reqa û Dêrezorê yên li rojavayê Çemê Feratê hene.
Pêvajoya têkçûyî ya 2025an
Ev bûyerên nû piştî peymaneke destpêkê tên ku Adara 2025an di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin.
Lê piştî ku ew peyman nehat bicîhanîn û bi dawî bû, Kanûna Paşîn a 2026an şer û alozî zêde bûn.
Şam vê peymana nû wekî gaveke ber bi yekkirina Sûriyeyê ve dibîne.
Li aliyê din, hîn ne zelal e bê ka dê hûrgiliyên wekî lêkolîna ewlehiyê, birêvebirina xwecihî ya li herêmên Kurdan ên wekî Hisîçayê û garantîkirina mafên pêkhateyan çawa werin bicîhanîn.