Kantona Cizîrê 'çekhildana giştî' ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Tevî peymana agirbestê ya ku yekşemê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hat ragihandin, Kantona Cizîrê ku parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê li xwe digire, ji bo bersivdayîna Artêşa Ereban a Sûriyeyê "çekhildana giştî" ragihand.
Hevserokên Meclisa Birêvebir a Kantona Cizîrê Hesen Şiro û Vîviyan Beho li navenda meclisê ya li Qamişloyê daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev çekhildana giştî erkeke niştimanî û exlaqî ye ji bo parastina gelê me û destkeftiyên şoreşa me, her wiha ji bo xurtkirina ruhê berxwedan û parastina rewa ya li ser ax û rûmetê."
Pabendbûna bi destkeftiyên şoreşê
Ev gav hevdem e bi 13emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser re.
Birêvebirya Kantona Cizîrê tekez kir ku ew dê pabendî destkeftiyên "Şoreşa Rojava û 19ê Tîrmehê" bin ku wekî "berhema qurbaniyeke mezin û xebateke demdirêj a li dijî zilm û terorê" bi nav kir.
"Em ji bo parastina rewa amade ne"
Derbarê çareseriya siyasî de, di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em alîgirên aştiyê ne lê aştiya rastîn bêyî xweparastinê pêk nayê.
Eger şer li ser me were ferzkirin yan hebûn û mafê gelê me bibe armanc, em ji bo parastina rewa bi temamî amade ne."
Hevserokên Meclisa Birêvebir a Kantona Cizîrê daxwaza misogerkirin mafên destûrî yên hemû pêkhateyên herêmê kir di çarçoveya "Sûriyeyeke demokratîk a pirreng" de û ragihand:
"Hêza me di yekîtiya pêkhateyên me de ye; Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî, xwîna şehîdên me li ser vê axê tevlî hev bûye."
Meclisê ragihand ku çekhildana giştî "heta aramiya rewşa ewlehiyê ya herêmê" dê berdewam bike.