Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya me bi xwînê û dermanan heye
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurd a Hisîçayê Mehcûb Hiso ragihand ku pêdiviya wan bi derman û xwarinê heye û bangî xelkê kir ku xwînê bidin nexweşxaneyan.
Her wiha alîkariya mirovî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) xwest.
Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurd Hisîçayê Mehcûb Hiso, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa dawî ya mirovî ya li herêmê kir.
Karwanekî tenduristiyê doh di dema veguhestina birîndaran de ji Reqayê ber bi Hisîçayê ve, ketibû kemîneke çekdarî.
Li gorî gotina Hiso, karwan ji 25 otomobîlan pêk dihat ku hinek xelkê sivîl jî di nav de bûn û jin û zarokên birîndar vediguhestin.
"7 caran êrişî me kirin"
Mehcûb Hiso li ser hûrgiliyên êrişê got:
“Li ser rêya di navbera Reqayê û Hisîçayê de, gava em gihiştin devera Keramê, heft caran êrişî me kirin.
Her wiha li devera Sebahulxeyr jî êrişî me kirin.
Endamekî me şehîd bû û heta niha çarenivîsa endamekî me yê din ne diyar e.
Ambûlansên me bûn armanc û rasterast gule berdan otomobîlên me yên hawarçûnê."
HSD bi hawara karwan ve çû
Dr. Egîd Osoyê ku di nav karwan de bû ji Rûdawê re gotibû:
"Piştî êrişê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihiştin cihê bûyerê û parastina karwan kir.
Karwan bû du beş, hinekan ji me rêya xwe guhart ber bi Kobaniyê ve û hinekên din jî ber bi Hisîçayê ve çûn."
"Nêzîkî 20 hezar malbat koçber bûne"
Mehcûb Hiso diyar kir ku hejmareke zêde ya xelkê sivîl koçber bûne û ji ber ku bi berdewamî êriş li ser wan tê kirin û tên kuştin, hejmara kuştî û birîndaran hîn ne zelal e.
Mehcûb Hiso derbarê hejmara malbatên ku koçber bûne de jî got, "Zehmet e hejmar bi hûrgilî bê diyarkirin lê dikarim bibêjim ku heta niha nêzîkî 20 hezar malbat koçber bûne."
Bangî Herêma Kurdistanê û BCFyê kir
Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurdan bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û anî zimên:
"Xelkê Rojava ev pênc-şeş car in li pey hev koçber dibin. Pêdiviya wan bi derman, xwarin û her tiştî heye.
Xelk di nava zehmetiyeke mezin de ne û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Ez bangî hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê dikim ku werin xwînê bidin nexweş û nexweşxaneyên me."