HSD: Tevî agirbestê jî çekdarên Şamê êrişî me dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku tevî agirbestê jî komên girêdayî hikûmeta Şamê êrişên xwe yên li Eyn Îsa, Reqa û Şedadê didomînin.

HSDyê hişyarî da ku şer li derdora Girtîgeha Reqayê dijwar bûye û metirsiya vegera DAIŞê heye.

HSDyê îro) daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser binpêkirinên agirbestê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî peymana agirbestê ya ragihandî û daxuyaniyên fermî yên di vî warî de hatine dayîn, komên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî hêzên wan dikin.

Hat destnîşankirin ku ev êriş li herêmên Eyn Îsa, Reqa Şedadê berdewam dikin.

"Şer li derdora girtîgeha DAIŞiyan heye"

HSDyê diyar kir ku niha li derdora Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê şerekî dijwar di navbera şervanên wan û wan komên çekdar de diqewime.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê hişyarî da ku di wê girtîgehê de girtiyên rêxistina DAIŞê hene û ev yek "bipêşketineke gelekî metirsîdar e."

"Metirsiya vegera terorê"

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji raya giştî re ragihand ku asta gefê bi awayekî berbiçav zêde dibe û ew kom hewl didin bigihîjin girtîgehê û kontrol bikin.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got:

"Kiryarên wiha dikarin bibin sedema encamên ewlehiyê yên cidî ku îstiqrarê têk bidin û derî li ber vegera kaos û terorê vekin."

Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê aliyên êrişkar ji her encama karesatbar a ku dibe ji ber berdewamiya van êrişan derkevin, berpirsyar girtin.