Amed (Rûdaw) - Li Zaningeha Dîcle ya Amedê ji aliyê xwendevanên ku wek Komuna Hiqûqê ten nasîn ve paneleke bi mijara zimanê zikmakî hate lidarxistin. Panel Navenda Kongreyê ya Zaningeha Dîcleyê birêve çû û rastî eleqeyeke baş hat.
Bi munasebeta 21ê Sibatê ku li cîhanê wek Roja Zimanê Zikmakî tê pêjirandin xwendevanên Zaningeha Dîcleyê panelek çêkirin. Panelîstên panelê jî Profesor Kadrî Yildirim, Nivîskar Roşan Lezgîn û Endama Enstîtuya Kurdî ya Amedê Nesrîn Navdar bû. Panel bi moderatoriya Akademîsyen Vahap Coşkûn birêve çû û li ser dîrok û pirsgirêkên zimanê kurdî hate sekinandin.
Di panelê de hate amajekirin ku mafê perwerdehiya zimanê kurdî mafeke xwezayî ye û tû hêz û pergal nikare vî mafî asteng bike.
Di nav zaravên kurdî de zazakî zaraveya ku herî gelek pêdiviya wê bi eleqeyê heye hate dîtin û bang hate kirin ku bêhtir lêkolîn behrem bi zazakî werin kirin.
Di panelê de kesayetên wek Elî Teremaxî,Ehmedê Xanê,Şêx Evdilselam Barzanî, Seîdê Kurdî û Celadet Alî Bedirxan ji bo hebûn û berdwamiya zimanê kurdî wek xwediyê rolên girîng hatin nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse