Ebadî: Van nêzîkan firokeyên Kurdistanê tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku di van nêzîkan de firokexaneyên Kurdistanê vedikin û meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê jî dabîn dikin.


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvînekê de ligel Datch Well a Almanî, bal kişand ser peywendiyên Bexdayê yên ligel Herêma Kurdistanê û got: “Referandûmê bandoreke xirab li herêmê kir. Em nêzîkê dabînkirina fermanberên Herêma Kurdistanê bûne, lê divê çavdêriyeke rast hebe ku garantiya wê yekê bike meaş bo fermanbera ye ne paşkoyên partiyan, ji ber evna dosyeke metirsîdar e.”


Derbarê vekirina firokeyên Herêma Kurdistanê de jî ku piştî Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê, wek siza geştên navdewletî li wan hatine qedexekirin, Ebadî wiha axifî: “Di demeke nêzîk de geştên navdewletî yên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê dikin, lê piştî garantî tê dayîn ku desthilata navendî li firokexaneyên herêmê dibe.”


Di beşeke di a hevpeyvînê de Ebadî behsa Kongreya Kuwêtê kir û wiha pêde çû: “Kongreya Kuwêtê qonaxa yekem e û nerîneke pozîtîf a welat û kompanyayên veberhênanê li beramber Iraqê heye.”


Herçiqas di Kongreya Kuwêtê de Îranê ti pere bo hevkarîkirina Iraqê diyar nekirin, lê Ebadî wiha dibêje: “Aliyê Îranî ji me re got ku ew dixwazin bi rêya kompanyayên xwe hevkariya Iraqê bikin.”