Biryara nû ya Meclisa Kerkûkê bû sedema nerazîbûnan

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Parêzgeha Kerkûkê pêşniyarek pesend kir da ku ew pêkhateyên li bajêr tên tayînkirin ji şertê serjimêriya 1957an bêne miafgirtin.

Ev pêşniyar di civîna 18ê Sibata 2026an a Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de hat pesendkirin.

Pêşniyar ji aliyê Emîndara Giştî ya Meclisa Parêzgehê Angel Zibayê ve hatibû kirin.

Ji 10 endamên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê, 8 kesan dengê "erê" da û pêşniyar hat qebûlkirin.

Dilgiraniya guherîna demografîk

Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Kerkûkî dengê "na" da pêşniyarê.

Ehmed Kerkûkî ji Rûdawê re got, "Mixabin pêşniyar bi dengê piraniyê derbas bû.

Ev yek deriyê wê yekê vedike ku di salên pêş de pêkhateyên din li Kerkûkê bi cih bibin da ku neviyên wan werin tayînkirin."

Li gorî Madeya 140î ya destûra Îraqê, serjimêriya sala 1957an bingeh e ji bo diyarkirina şêniyên resen ên Kerkûkê û cudakirina wan ji yên hawirde.

Kurdên Feylî mînak hatin nîşandan

Ehmed Kerkûkî wiha axivî, "Eger kesên pêkhateyan xelkê resen ê Kerkûkê bin, mafê wan e ku werin tayînkirin.

Min di civînê de pirsî, 'Gelo rê tê dayîn ku Kurdên Feylî ji Xaneqînê bînin û rê bidin wan ku li Kerkûkê werin tayînkirin?'"

Serjimêriya dawî ya li Kerkûkê sala 2024an hat kirin lê reseniya şêniyan li gorî serjimêriya 1957an nehatiye cudakirin.

Ev yek ji xalên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser wê serjimêriyê ye.

Tayînkirina bi girêbest

Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Hoşyar Hîcran ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Ew pêşniyar tenê ji bo wan kesan e ku biryar e di du mehên bê de bi girêbest werin tayînkirin."

Li gorî Yasaya Budceya Giştî ya Sê Salî ya Îraqê, biryar hatibû dayîn ku 150 hezar kes bi girêbest werin tayînkirin.

Ji wê hejmarê 7 hezar û 304 kes para parêzgeha Kerkûkê ne ku heta niha nehatine tayînkirin.

Hoşyar Hîcran diyar kir ku li gorî pêkhateyan, dema ku ji serjimêriya 1957an bêne derxistin para Xirîstiyanan nêzîkî 153 kesan dibe.

Hîcran destnîşan kir, eger neyên derxistin ev hejmar dê gelekî kêmtir be.