Li Loristanê 17 hezar xwendekar ji perwerdeyê dûr ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Îranê li ser zêdebûna rêjeya terkkirina dibistanê ya li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da.

Mihemed Cafer Qayîmpena ragihand ku li wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 17 hezar xwendekar ji xwendinê dûr ketine.

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cafer Qayîmpena di civîna Encumena Plankirin û Bipêşketina parêzgeha Loristanê de bal kişand ser pirsgirêkên sektora perwerdeyê.

Mihemed Cafer Qayîmpena diyar kir ku terkkirina dibistanê li wê parêzgehê bûye pirsgirêkeke cidî û pêdivî bi çareseriyeke bilez heye.

Qayîmpena da zanîn ku ji 357 hezar xwendekarên li parêzgehê, 17 hezar xwendekar ji xwendinê mane.

Qayîmpena destnîşan kir ku rêjeya herî zêde ya terkkirina dibistanê li bajarên Elîguderz û Delfanê hatiye tomarkirin ku divê hikûmet girîngiyeke taybet bide rewşa van her du bajaran.

Banga ji bo vegerandina xwendekaran

Mihemed Cafer Qayîmpena ji Wezareta Perwerdeyê ya Îranê û Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeyê ya parêzgeha Loristanê xwest ku vê mijarê cidî bigirin.

Qayîmpena xwest ku hemû hewl werin dayîn da ku sedem werin dîtin û ew xwendekar vegerin ser kursiyên xwendinê.

Pisporên civakî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sedema sereke ya terkkirina dibistanê ya li parêzgehan bi xizanî, nebûna derfetên kar û kêmiya xizmetguzariyên perwerdeyê ve girê didin.