Li Til Koçerê ji ber bîra petrolê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Til Koçerê yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê), di navbera du malbatên eşîra Şemer a Ereb de ji ber bîra petrolê pevçûn derket.
Di pevçûna çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li gundê Kerhûkê yê bajarokê Til Koçerê qewimî.
Li gorî zanyariyan, di navbera malbata El Rekad û malbata El Senûsî yên ji eşîra Şemer de li ser bîreke petrolê, parzûngehên û mijara dizîna petrolê nîqaş derketiye.
2 kes hatin kuştin
Nîqaşa di navbera her du aliyan de di demeke kurt de veguhere pevçûna çekdarî.
Di pevçûnê de 2 kesan bi navên Manî El Serhan û Silêman El Senûsî hatin kuştin.
Her wiha 5 kes jî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Şedadê.
Nasnameyên birîndaran
Navên kesên ku di şer de birîndar bûne wiha ne: Siûd El Senûsî, Heykel El Rekad, Elaa El Helîl, Mihemed Selman El Senûsî û Adil Silêman El Senûsî.
Divê were gotin ku di demên dawî de li herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bûyerên ewlehiyê, krîz û nakokiyên navxweyî zêde bûne û gelek bûyerên kuştin û revandinê tên tomarkirin.