Mehmet Emîn Ay: Birêvebirên dibistanan nahêlin ku zarok dersa Kurdî hilbijêrin

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe roja dawî ya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) ye li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Berdevkê Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Emîn Ay beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser astengiyên li pêşiya dersa Kurdî û kêmiya tayînkirina mamosteyan agahiyên berfireh dan.

Mehmet Emîn Ay diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê li gorî daxwaza xwendekaran mamosteyan tayîn nake û ev pêvajoyeke "kêfî" ye.

Mehmet Emîn Ay li ser vê mijarê amarên balkêş dan û got:

"Salekê 35 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijart û 50 mamoste hatin tayînkirin.

Lê saleke din 60 hezar xwendekaran ders hilbijart û tenê 6 mamoste hatin tayînkirin.

Yanî em pîvaneke zelal nizanin, Wezaret li gorî dilê xwe mamosteyan tayîn dike."

Astengiyên li dibistanan û formên hilbijartinê

Berdevkê Înîsiyatîfê bal kişand ser helwesta birêvebirên dibistanan ku gelek caran rê li ber vekirina polên Kurdî digirin.

Mehmet Emîn Ay li ser van astengiyan wiha peyivî:

"Birêvebirên dibistanan gelek caran formên hilbijartinê nadin xwendekaran.

Dema ku xwendekar dersa Kurdî dixwazin, dibêjin 'mamosteyên me nînin' û wan ber bi dersên din ve dişînin.

Heta di hinek forman de navê dersa Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) bi zanebûn nayê nivîsandin."

'Nêzîkî hezar mamosteyên Kurdî bêkar in'

Li gorî amarên ku Mehmet Emîn Ay dane, niha nêzîkî hezar mamosteyên Kurdî yên ku zanîngeh qedandine bêkar in û li benda tayînê ne.

Ay destnîşan kir ku ji bo ku polek were vekirin divê herî kêm 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin lê ji ber ku mamoste nayên tayînkirin xwendekar ji perwerdeyê bêpar dimînin.

Mehmet Emîn Ay diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê axaftina bi Kurdî kêm dibe û parastina zimên wekî erkekî dînî û mirovî pênase kir.

Ay bangî dê û bavan kir û got:

"Mirov bi zimanê xwe tê naskirin.

Ziman emanetê Xwedê ye û neparastina ziman guneh e.

Divê malbat xwedî li zimanê xwe derkevin û sibe ku roja dawî ye dersa Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin."

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî çi dike?

Mehmet Emîn Ay eşkere kir ku ew wekî înîsiyatîf ji bo zêdekirina daxwaza dersa Kurdî xebatên xwe didomînin.

Ay diyar kir ku ji ber rewşa siyasî û aborî ew nikarin li ser bîlbordan reklaman bikin lê bi rêya medyaya civakî hewl didin dengê xwe bigihînin xelkê û da zanîn:

"Em bi vîdeo û parvekirina li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bangî gelê xwe dikin ku xwedî li dersa Kurdî derkevin."

Dersa bijarte ya Kurdî?

Dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) sala 2012an di çarçoveya dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" de li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat qebûlkirin.

Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin her sal di meha Sibatê de vê dersê hilbijêrin.

Ji bo ku polek were vekirin, divê di dibistanekê de herî kêm 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin.

Lê belê ji destpêkê ve heta niha kêmiya mamosteyan û astengiyên îdarî wekî pirsgirêkên sereke dimînin.

Gelek xwendekar tevî ku dersê hildibijêrin jî, ji ber nebûna mamosteyan nikarin perwerdeya bi Kurdî bibînin.