Rapor: Sozên DEM Partiyê yên ji bo Kurdî 'sembolîk' man
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî sozên xwe yên pirzimanî bi cih nehanîn û şaredariyên wê di pratîkê de kêm man.
Li gorî raporeke MAyê ji 62 şaredariyên ku di destê DEM Partiyê de, tenê li du şaredariyan kreşên Kurdî hene.
Her wiha malperên 46 şaredariyan di xizmetên xwe de cih nedane zimanê Kurdî û piraniya wan tenê bi Tirkî weşanê dikin.
DEM Partiyê beriya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an, sozên wekî "şaredariya pirzimanî" û "xizmetguzariya bi zimanê dayîkê" dabûn.
Lê belê, li 62 şaredariyên ku niha di bin birêvebiriya DEM Partiyê de ne, xebatên li ser zimanê Kurdî zêdetir di çarçoveya çalakiyên hişyarkirinê de sînordar mane.
Her çi qasî şaredariyan çalakiyên wekî şano, konser û atolyeyan li dar xistibin jî gavên saziyî û mayînde kêm in.
Malperên 46 şaredariyan bi Kurdî nînin
Tevî ku demeke dirêj di ser hilbijartinan re derbas bûye, malperên 46 şaredariyan tenê bi zimanê Tirkî xizmetê pêşkêş dikin.
Li gelek bajar û navçeyên wekî Agirî, Giyadîn, Bazîd, Amed, Pîran, Erxenî, Hênê, Sûr, Rezan, Karaz, Farqîn, Licê, Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrik, Artuklu, Şemrex, Mûş, Milazgir, Gimgim, Kop, Sêrt, Misirc, Cizîr, Wan, Erdiş, Westan, Payîzava, Elbak, Ebex, Şax û Qelqeliyê malperên şaredariyan yekzimanî ne.
Li gorî daneyan, tenê malperên 9 şaredariyan bi awayekî pirzimanî xizmetê didin.
Tenê 4 kreşên Kurdî hatin vekirin
Yek ji sozên herî girîng ên DEM Partiyê vekirina kreşên pirzimanî bû lê di vî warî de jî encam qels e.
Tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi giştî 4 kreşên pirzimanî vekirine.
Tê gotin ku tevî daxwaza bi sedan malbatan, kreşên nû nehatine vekirin.
Gelek şaredariyan li şûna vekirina kreşan, hewl dane ku bi rêya atolyeyên Kurdî yên demkî pêvajoyê bi rê ve bibin.
Gavên saziyî kêm in
Ji 62 şaredariyan, tenê di nav Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de "Serokatiya Daîreya Parastin û Pêşxistina Ziman" hatiye avakirin.
Hinek şaredariyan meclîs an jî komîsyonên ziman pêk anîne lê bi giştî xebatên di warê saziyî de têrê nakin.
Xebatên pirzimanî 'sembolîk' in
Her wiha beşeke zêde ya tabelayên li nav bajaran hîn jî yekzimanî (Tirkî) ne û hinek şaredariyan jî zaravayên zimanê Kurdî wekî zimanên cuda nîşan dane.
Derbarê navendên çandî de jî ji bilî Amedê, ti "Mala Dengbêjan" a nû nehatiye vekirin.
Encam nîşan didin ku xebatên şaredariyên DEM Partiyê yên derbarê zimanê dayîkê û zimanê Kurdî di asta sozên hilbijartinê de nînin û gavên berbiçav û mayînde sînordar in.
Tê gotin ku li piraniya şaredariyan, xebata bi pirzimanî nebûye saziyî û karên hatine kirin zêdetir di asta sembolîk û hişyarkirinê de mane.