Li Qers û Erdexanê berf ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf ket û navendên bajaran careke din spî bûn.

Li Qersê bi şev baran bariya û serê sibehê veguherî berfê.

Bi ketina berfê re navendên bajêr û gund spî bûn.

Li navçeya Sarîqamişê jî daristanên çaman spî bûn, xelkê berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.

Li navçeya Şûrgeleyê jî xaniyên gundan di binê berfê de man.

Erdexan

Li Erdexanê piştî hatina berfê qeşa jî ket.

Tîman ji bo maliştina berfê û helandina qeşayê dest bi xebatan kir.