Li Dêrsimê ji bo Kurdî seferberî heye

1 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Dersa Kurdî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo parastina Kurdiya Kirmanckî (Zazakî) banga seferberiyê hat kirin.

Pêvajoya hilbijartina dersên vebijêrkî yên ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an a li dibistanên fermî 20ê Sibatê bi dawî dibe.

Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî ya Zanîngeha Munzûrê û Şaxa Dêrsimê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Eğitim Sen) bangî dê û bavan kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kirmanckî hilbijêrin.

Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî ku 2012an li Zanîngeha Munzûrê hatibû vekirin, di salên ewil de eleqeyeke zêde didît.

Lê belê piştî pandemiyê hejmara xwendekaran kêm bû.

“Motîvasyona xwendekaran kêm bûye”

Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî Doç. Dr. Îlyas Arslan bal kişand ser kêmbûna eleqeyê û wiha got:

"Berê eleqe gelekî zêde bû. Ji bajarên derdorê gelek xwendekar dihatin. Piştî pandemiyê kêm bû.

Dîsa ji ber ku Wezareta Perwerdeyê mamosteyan kêm werdigire û salê tenê mamosteyek an du mamosteyan tayîn dike, motîvasyona xwendekaran dadikeve, ev jî dibe sedema kêmbûnê.

Li aliyê din, hê jî li zanîngehê kêmasiya akademîsyenan heye.

Hin şert û merc hene, eger ew bên bicihkirin kêmasiya karmendan li vir jî dikare were çareserkirin.

Em dixwazin ciwanên me werin û piştî me vê xebatê bidomînin. Derfetên me yên baş hene.”

“Niha mamoste hene, divê ders were hilbijartin”

Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurmanckî Hidir Sonmez jî rasterast bangî dê û bavan kir û got:

"Em dixwazin li Dêrsimê li kîjan dibistanê be bila bibe, xwendekarên me dersa Zazakî hilbijêrin.

Berê xelkê digot mamoste nînin, ev ders tune ne lê niha mamoste hene. Ji ber vê yekê divê ev ders were hilbijartin.

Kî ji destê wî çi tê bila piştgiriyê bide me da ku zimanê me rizgar bibe.

Eger em zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekin nasname, ziman, çand û baweriya me tune dibe.

Ji bo vê yekê hilbijartina dersa Zazakî gelekî girîng e."

“Hejmara polan kêm bûye”

Li Dêrsimê hejmara polên dersên vebijêrkî yên Kirmanckî (Zazakî) salên borî 12 bûn lê van salên dawî daket 5an.

Birêvebirê Şaxa Dêrsimê ya Egîtîm Senê Sinan Çîçek diyar kir ku eger hejmara mamosteyan zêde bibe dê hilbijartina dersan jî zêde bibe û wiha pê de çû:

"Berê mamoste gelekî kêm bûn. Li navçeyan jî qet mamoste tunin.

Lê eger mamoste werin, rewşa hilbijartina vê dersê dê baştir bibe.

Li çend dibistanên me pol hatin vekirin. Di dibistanên me de 5 polên me hene. Lê em vê kêm dibînin.

Hejmara polan çi qas zêde bibe dê li gorî wê mamoste jî werin û xebat zêdetir bibin."

“Ziman bîra milet e”

Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî (Zazakî) ya Zanîngeha Munzurê di nirxandina xwe de destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê alîkariya geşedana hişî û çandî ya zarokan dike û got:

"Ziman bîra milet e. Ji bo ku Kırmanckî bijî, divê nifşên nû fêr bibin."

Akademîsyen û nûnerên sendîkayê yên li Dêrsimê diyar dikin ku xurtkirina Kırmanckî ya bi rêya perwerdeyê, dê hem xuyabûna ziman a li qada giştî zêde bike û hem jî berdewamiya çandî mîsoger bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst