Ann Snow: Rola serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya di peymana HSD û Şamê de avaker bû

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Sûriyeyê ragihand ku agirbesta di navbera HSD û Şamê de ji bo aramiyê gaveke girîng e lê rewş hîn jî hestiyar e.

Ann Snowê her wiha got, "Rola serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya di bicihanîna peymanan de avaker e."

Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Sûriyeyê Ann Snowê di daxuyaniyeke taybet a Rûdawê de pirsên edîtorê beşa navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.

Ann Snowê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de.

Snowê diyar kir ku Brîtanya agirbesta dawiyê wekî "gaveke girîng a ber bi kêmkirina alozî û aramiya demdirêj" dibîne lê belê hişyarî da ku rewş hîn jî hestyar e.

Snowê destnîşan kir ku divê hemû alî xwe ji wan karan dûr bixin ku dibin sedema têkdana van bipêşketinan.

Ev agirbest piştî wê yekê pêk hat ku destpêka meha Kanûna Paşîn a îsal, Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên di bin desthilata HSDyê de kiribû.

Paşê bi navbeynkariya aliyan şer hat rawestandin.

Rola Herêma Kurdistanê

Nûnera Taybet a Brîtanyayê li ser rola Hewlêrê ya di aramkirina rewşa herêmê de got:

"Brîtanya bi serkirdeyên Kurd û serkirdeyên herêmî re, di nav de yên Herêma Kurdistanê ya Îraqê, di diyalogeke nêzîk de dimîne.

Em rola wan a avaker a di piştgiriya aramî û dabînkirina bicihanîna peymanan de bilind dinirxînin."

Ann Snowê behsa aliyê mirovî jî kir û ragihand ku welatê wê bi rêya hevparên xwe yên navneteweyî alîkarî gihandine zêdetirî 15 hezar kesan a li Heleb û bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Wê tekez kir ku di qonaxa bê de gihandina alîkariyan ji bo herêmên wekî Kobaniyê dê di pêşîniya karên wan de be.