Li Heskîfê nêrgîzên Newrozê bişkivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heskîfê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê nêrgizên Newrozê bişkivîn.
Li navçeya Heskîfê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, nêrgizên Newrozê yên ku wekî mizgîniya biharê tên zanîn bişkivîn.
Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê berf û şilî heye, li hinek bajaran jî hêdî hêdî kulîlkên biharê vedibin.
Bi germbûna hewayê re li çol û çiyayên gundê Alinê yê Heskîfê nêrgiz derketin.
Nêrgizên zer û spî li herêmê dîmenên xweş derxistin holê.