Li deriyê sînorî yê Perwêzxan 3 kes ji ber madeyên hişber hatin girtin

Germiyan (Rûdaw) – Li ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Îranê û li deriyê sînorî yê Perwêzxan, 3 welatiyên îranî bi ji ber hilgirtina madeyên hişber hatin girtin.

Berpirsê ragihandina asayişa Germiyan Osman Ebdulkerîm, ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên asayişa Germiyan li deriyê sînorî yê Perwêzxan 3 welatiyên îranî ji ber hilgirtina madeyê hişber girtin.

Ebdulkerîm da zanîn ku di destê wan welatiyan de 8.4 kg madeya ji curê “tiryak” û 214 lib hebên hişber hatiye girtin.

Wî efserê asayişê got ku wan tohmetbaran gotine ku ji bo kar hatine Herêma Kurdistanê.