Kaplan: “Mandela li derve pêvajoya aşitiyê bi serxist”

 

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê  BDPê yê Şirnexê, Hasîp Kaolan ragihand ku, 945 pirsname di parlamanê de derbarê wî hatin vekirin, û piranî li ser mijarên raman û zimanê kurdî bû, û hemû car jî elenî bû.

Kaplan di civîneke çapemeniyê di Parlamentoya Tirkiyê de diyar kir ku,çima ewqas hikûmeta AKPê dixwaze ew pirsname nehînî be, çima wek yên ku bi wan re kirine ne elenî bin.

Hasîp Kaplan derbarê biryarên dadgeha mafê mirova ya Ewropayê ya ku girêdayî Ocalan de got, pêncî salî Tirkiyê dixwaze têkeve Yekîtiya Ewropa û ji bo wê jî hemû biryarên wan pêk tîne, lê dema ku mijar gihîşte Ocalan, dibêjin ew biryar wan girê na de.

 Parlamenterê  BDPê yê Şirnexê da zanîn ku, serokê başûrê Afrîqiyayê Nîlson Mandela dema ku ji zîndanê derket pêvajo bi serxist.