Pîrmam (Rûdaw) – Îro tunela Pîrmamê ku rêya di navbera Hewlêr û Şeqlaweyê de bi hev ve girê dide û wê rêyê kurt dike, bi fermî hat vekirin.
Herdu saydên tunela Pîrmamê bi qasî 2.5 km dirêj in û rêya 1 saetî ya di navbera Hewlêr-Şeqlawe de bo nîvê wê demê kêm dike.
Tevî ku tunel îro hat vekirin, lê belê ti merasimeke fermî bo vekirina wê nehat lidarxistin.
Ji ber cîbicîkirina rêkarên qedexekirina hatinûçûnê di navbera bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de, sazkirina merasima fermî ya vekirina tunelê bo dema paş bidawîhatina biryara qedexeya hatinûçûnê hat paşxistin.
Rêveberê Giştî yê Rêyên Hewlêrê di Wezareta Avedankirina Herêma Kurdistanê de, Huner Nûrî ji Rûdawê re ragihand, “niha tenê rêpêdan bo endamên komîteya bilind a rûbirûbûna koronayê, komîteyên parêzgehan û navçeya û tîmên taybet heye ku bikarin sûdê ji wê projeyê werbigrin, daku ji bo karûnarên tendirustî û hawarçûnên bilez de bi hêsantirîn rê û demeke kêm bikarin ximzeta hemwelatiyan bikin”.