Li Mûşê rêyên gundan tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundê Sêmalkayê xebatan didomîne. Berfa di rê de cî bi cî heta 5 metreyan derbas dike.

Li Mûşê 10 gund û 21 mezre bi rêya Sêmalka re diçin û tên. Xebat li devera Çavuştepeyê ya ku 2 hezar û 600 mêtre bilind e dewam dikin. Her çend li herêmê metirsiya aşûtê jî ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Operatorê makîneya kar Bahrî Golbaşi diyar kir, stûriya berfê li hin herêman 5 metreya derbas sike.

Bahrî Golbaşi eşkere kir, ji bo vekirina rêyan ew li ser kar bê navber dixebitin û got, "Ji ber ku ev der rêyeke alternatîf e, nêzî 3 mehan e ku girtî ye. Ev sê roj in em rê vedikin. Ji ber ku hewa germ bûye jî metirsiya aşûtê heye. Ku rê vebe, rêya gundiyan kurt dibe."