Alina Romanowski*
Remezana we pîroz be. Ez hêvî dikim ku ev gotar hin ramanan pêşkêş bike ku mirov di vê meha pûnijîna bi malbat û hevalên xwe re, li ber çavan bigire.
Piştî ragihandina Komîteya Bilind a Leşkerî ya Amerîka û Îraqê, serkirdeyên Amerîka û Îraqê danûstandinê li ser guherina Hevpeymaniya Navdewletî dikin, xasma hebûna leşkerî ya Amerîkayê ku demeke dirêj e piştgiriya hevkarên Îraqî di şikandin û têkbirina DAIŞê de dike.
Di demekê de ku Îraqî bi hemû pêkhateyên xwe yên pirreng ji nêz ve li vê guherîna girîng temaşe dikin, gelek kes dipirsin ka ev ji bo têkiliya me ya stratejîk a dorfireh a 360 pileyî, tê çi wateyê? Tewra hin kes dipirsin çima girîng e ku ev hevkariya me bimîne jî.
Ez tê digihêm ku hemû Îraqî ne bi heman awayî li pêwendiya me dinêrin, her wisa xwezayî ye ku nêrînên cuda li ser arasteya welatê we hebin, tewra nîşana demokrasiyeke gihîştî ye jî.
Ji ber vê çendê, rewşa niha derfeteke zêrîn e ku hûn bifikirin ka hûn dixwazin têkiliyeke stratejîk a demdirêj a çawa û bi çi rengî bi Amerîkayê re ava bikin.
Berdêlên bersivdana vê pirsê pir giran in, ne tenê ji bo têkiliyên Amerîka û Îraqê lê her wiha ji bo têkiliyên Îraqê bi cîhanê re jî.
Wekî Balyoza Amerîkayê ya Îraqê, ez serbilind im ku rojane ligel şêniyên Îraqê û nûnerên wan kar dikim ji bo derpêşkirina nêrîna Amerîkayê ya li ser hevkariya stratejîk.
Di çarçoveya Peymana Stratejîk a dîrokî ya sala 2008an di navbera Amerîka û Îraqê de ku rê nîşanî pêwendiya me dide, ez dibînim ku Îraq çi qasî ji hevkariya me ya stratejî ya berdewam bi dest dixe, ji ber ku destkeftên vê pêwendiya me ya xurt ji bo Îraqiyan e. Tiştên ku ez dibînim ev in.
Em pabendî ewlehî, aramî û serweriya Îraqê ne û mil bi mil li gel şirîkên xwe yên Îraqî di çeperê de ne da ku Îraqê ji belaya DAIŞê rizgar bikin.
Piştî derbasbûna deh salan di ser derketina DAIŞê û pênc salan di ser têkçûna wê ya meydanî re, divê em baş serwext bin ku metirsiya DAIŞê hîn jî li ser Îraqê maye hem ji nav Îraqê hem ji Sûriyeyê.
Em dixwazin şiyana pêdivî ya hêzên ewlehiyê yên Îraqê hebe ku bikarin gefên siberojê ji holê rakin. Loma ji sala 2012an ve, Kongresa Amerîkayê seba ji nû ve avakirina hêzên ewlehiyê yên Îraqê zêdetirî 3.5 milyar dolaran terxan kiriye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêdiviyên girîng nola çekên pêşketî yên balafirên F-16 û zirîpoşên şer ên Abrams û herwiha rahênana pîşeyî ji bo xurtkirina hêzên ewlehiyê yên Îraqê pêşkêş dike da ku nûneratiya civaka pirreng a Îraqê bikin û bersivderên hikûmeta xwedî serwerî ya Îraqê bin û bikarin Îraqê û rola wê di pêkanîna aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn biparêzin.
Lê pêdiviya me ne tenê bi pêwendiyên ewlehiyê lê bi pêwendiyên zêdetir heye. Pêwîstiya me bi pêwendiyên aborî, çandî, perwerdeyî û têkiliyên gel bi gel re heye ku dê Îraqeke nû ya nûjen, aram, aştiyane, xwedî serwerî, pêşketî û girêdayî cîhanê ava bikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn jî mezintirîn daner û piştevana Îraqê ye. Di heyama 20 salên borî de, Ajansa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Alîkariyên Navdewletî (USAID) zêdetirî 11 milyar dolarên Amerîkî wekî alîkariyên pêşkeftinê ji bo çêtirkirina civakan pêşkêş kiriye.
Vê yekê alîkariya Îraqiyan kir ku bi sedan karsaziyan ava bikin, bi hezaran derfetên kar biafirînin, 150 dibistanên nû, 25 navendên xizmetguzariyên tenduristiyê û 130 projeyên avê çêbikin.
Ji sala 2014an ve, me zêdetirî 3.6 milyar dolarên Amerîkî ji bo piştgirîkirina koçberên Îraqî û penaberên xizan di warên lênêrîna tenduristî, derman, ava vexwarinê ya paqij û avrêjên baştir de, dabîn kir.
Ji sala 2017an ve, me bi tibaba 157 milyon dolarên Amerîkî veberhênan di projeyên bi serkariya Îraqiyan de kir da ku ava vexwarinê ji zêdetirî 12 milyon kesên Îraqî re were peydakirin.
Bi hezaran Îraqî mifayê ji bernameyên me yên pevguhertina perwerdeyî û çandî werdigirin. Ji dema ku bernameyên me yên pevguhertinê ji bo xwendekarên amadeyî û zanîngehan berî 17 salan dest pê kir, zêdetirî 5000 ciwanên Îraqî çûne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û vegeriyane ji bo karên mezin li Îraqê bikin.
Di sala 2024an de, 400 ciwanên Îraqî yên din dê bi rêya bernameyên me yên pevguhertinê, di nav wan de Bernameya Fulbright a yekta, Bernameya Pevguhertina Serkirdeyên Ciwan ên Îraqê û Bernameya Navdewletî ya Serkirdeyê Serdanker, serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikin.
Di heman demê de, bernameyên me li Îraqê jî hene, di nav wan de dersên zimanê Îngilîzî, rahênana mamosteyan û derfetên avakirina şiyanê ji bo karxwaz, karsaz û çalakvanên jîngehê.
Bernameyên me ji bo jin û keçan firsendên avakirina şiyanên cihêreng peyda dikin, di nav de bidestxistina bawernameya sektora teknolojiyê ji aliyê şirketên Microsoft û Google-ê ve.
Balyozxaneya me ya li Bexdayê û konsulxaneya me ya giştî li Hewlêrê salane bi hezaran vîzeyan didin ji bo hêsankirina rêwîtiya Îraqiyan bi merema hevgirtina malbatê, qeydkirina li zanîngehê, bicihanîna lêkolînan, avakirina têkiliyên kar û wergirtina çareseriya bijîşkî yan tenê ji bo wergirtina xweşiyê ji rêwîtiya bo Amerîkayê. Hebûna me wer kiriye ku ev têkilî dirust bibin.
Bazirganiya di navbera Amerîka û Îraqê de tê wê wateyê ku cotkarên Amerîkayê xwarina pêwîst ji bo malbatên Îraqî berhem tînin.
Şirketên enerjiyê yên Amerîkayê teknolojiya herî pêşketî ya tora elektrîkê pêşkêş dikin ji bo destnîşankirin û tewra dûrketina ji qutbûna elektrîkê û nûkirina turbînên elektrîkê, danîna şiyanên berhemanîna nû û bikaranîna gaza xwezayî ya derketî ji bo berhemanîna elektrîka navxweyî.
Kompanyayên Amerîkî derman û derziyên bi kalîteya bilind ji Îraqiyan re tînin ji bo xweparastina ji nexweşiyan, di heman demê de kompanyayên din veberhênanê li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên Îraqê dikin bi rêya alavên bijîşkî yên jiyanparêz û teknolojiya nû ya tenduristiya pitikan bi mebesta girîngîdana bi zarokên Îraqê.
Me piştevaniya Banka Navendî kir ku têkiliyên xwe bi bankên navendî re berfireh bike.
Ev destkefteke mezin e ji bo Îraqê di warê asayîkirina pêwendiyên bazirganî yên navdewletî û pêkanîna bazirganiyê bi awayekî ewledar bi dolarên Amerîkî.
Di du salên borî de, tevahiya pereyên li bankên bazirganî yên Îraqê depokirî bi rêjeya ji sedî 40 bilind bûne. Ev nîşana baweriya bikarhêneran bi saziyên bankî yên Îraqê ye.
Di demekê de ku em bi hev re kar dikin ji bo zêdekirina şefafiyê, jinavbirina gendelî û diziyê û girêdana sektora bankî ya Îraqê bi aboriya rikberkar a cîhanê re.
Bê guman welatên din dê li deriyê Îraqê bixin û bangewaziyên alternatîv ji tiştê ku Amerîka û hevkarên me pêşkêş dikin re, raber bikin.
Lê wekî Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Îraqê, ez nabînim ku ti yek ji wan bi qasî tiştê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her roj pêşkêşî gelê Îraqê dike, pêşkêş bike.
Herwiha ti yek ji wan nikare hevkariyeke rastîn a hevta û wekhev pêşkêş bike ku Îraqê bi cîhanê ve girêbide û werarbûna wê hêgin bike.
Em pira têkiliyan di navbera gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelê Îraqê de ava dikin ku dê heta çend nifşan berdewam bike.
Dema ku ez bi ciwanên Îraqê re ku nûneratiya bicihanîna guhertinê di paşeroja vî welatî de dikin re diaxivim, ew ji min re dibêjin ku ew xizmetguzariyên pêbawertir, perwerdehiya baştir, karê bêtir, kalîteya jiyanê ya bilindtir û derfetên zêdetir dixwazin.
Ji ber ku em dizanin ku em dikarin bi hev re her tiştî bi rêya hevkariyeke xurt a stratejîk di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îraqê de bi dest ve bînin, em dikarin xewnên wan bikin rastî.
* Ev gotara Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski ji aliyê Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ve ji Rûdawê re hatiye şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse