6 partî û rêxistin dê li Amedê Newrozê pîroz bikin
Hewlêr (Rûdaw) – HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û hinek kesayetên serbixwê dê li Amedê bi meşaleyên Newrozê pîroz bikin û bangî xelkê jî kir ku beşdarî çalakiya wan bibe.
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe dê li Amedê Newrozê pîroz bikin.
Partiyên Kurdan ên navborî û kesayetên serbixwe, bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna pîrozbahiya Newroza 2026an kir.
"Werin em bi hev re pîroz bikin"
Di daxuyaniyê de bangî xelkê hat kirin û hat gotin, "Werin em bi hev re bi meşaleyan Newrozê pîroz bikin."
Pîrozbahiya Newrozê dê îro 20ê Adara 2026an saet 19:00an li Qada Şêx Seîd a Amedê were lidarxistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû xelk ji bo vê pîrozbahiyê hatiye vexwendin.