Serokê Herêma Kurdistanê: Ev cejn dikare bibe fersenda lihevhatinê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ev cejn dikare ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê bibe fersendek."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwaz kir ku statûya Herêma Kurdistanê were parastin.
"Bila bibe fersenda lihevhatinê"
Nêçîrvan Barzanî cejna misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir.
Wî bi taybetî cejna malbatên şehîdan pîroz kir û got:
"Hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextewerî û serfiraziyê.
Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê bibin fersendeke nû. Ev cejn dikare ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê bibe fersendek."
Banga parastina Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa herêmê û metirsiyên şer.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û got:
"Herêma me di nava alozî û metirsiyên şer re derbas dibe.
Di vê rewşa hestiyar de erkê her kesî ye ku ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê bixebite.
Divê em li hemberî astengiyan bi berpirsiyariya dîrokî û niştimanî tevbigerin."
"Em bi hêvî li paşerojê dinêrin"
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de peyama hêvî û yekdengiyê da.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew bi geşbînî li paşerojê dinêrin û got:
"Em bawer in ku gelê Kurdistanê dê bi berxwedan û yekdengiyê vê qonaxa zehmet jî derbas bike.
Hêvîdar im ji bo her kesî cejna xêr û bexteweriyê be. Cejna we pîroz be."