300 dîlên din hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Komeke din a ji 300 dîlan gihîşt bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.
Ew kes ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin.
Dîlên ku hatin berdan ji bajarên wekî Hisîça, Qamişlo, Şedad, Kobanî, Efrîn, Dêrezor, Reqa û Tebqayê ne.
Li gorî ANHAyê şêniyên Hisîçayê û malbatên dîlan li Çerxerêya Sebaxê ya li bakurê bajêr dîl pêşwazî kirin.
HSDyê jî girtî radest kirin
Ev kes di dema êrişên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê de li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn girtin.
Hinek ji wan jî di şerên dawî de dîl ketibûn destê komên çekdar.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Hisîçayê Mehmûd Xelîl û Fermandara Asayîşê Nesrîn Ebdullah di merasîma pêşwazîkirinê de amade bûn.
Li beramberî vê yekê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi rêya Hêzên Ewlekariya Navxwe hinek girtî radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kirin.
Ew girtiyên ku radestî hikûmeta demkî hatin kirin, di şerên dawî de hatibûn girtin.
Berdana girtiyan li gorî peymanê ye
Berdana vê komê di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSDyê û hikûmeta demkî de pêk hat.
Malbatên girtiyan hêvî dikin ku di qonaxên din de dîlên zêdetir werin berdan û kesên winda vegerin nav malbatên xwe.
Herî dawî 10ê Adarê komeke ji 100 dîlan hatibû berdan.
Xwenîşandanên malbatan didomin
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê rojane ji aliyê malbatên dîlan, çalakvanên siyasî û nûnerên civaka sivîl ve xwenîşandan tên lidarxistin.
Malbatên dîlan hikûmeta Şamê bi paşxistina bicihanîna peymanê tohmetbar dikin.
Divê were gotin ku ev dîl ew şervan in ku di dema vekişîna ji hinek xalan de hatibûn girtin.
Her wiha te gotin ku hinek kesên sivîl jî hene.
Ew vekişîn jî li gorî lihevkirinên di navbera hikûmeta demkî û HSDyê de pêk hatibû.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî berê diyar kiribû ku hejmara dîlên ku ketiye destê hikûmeta demkî hezar û 70 kes ine û di nav wan de sivîl jî hene.