SORAN - Êrişî Çiyayê Benî Herîrê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îşev li navçeya Soranê ya Hewlêrê dengê çend teqînan hat bihîstin.

Deng nêzîkî saet 22:35an hatin bihîstin û piştî dengan li sînorê Çiyayê Benî Herîrê agir hat dîtin.

Çavkaniyekê ji herêmê ji Rûdawê re ragihand ku agir ji Çiyayê Benî Herîrê bilind bûye lê heta niha zerer nayên zanîn.

Beşek ji welatiyan dîmenên kêliya êrişê girtine û dibêjin wilo diyar dibe ku êriş bi mûşekan hatiye kirin.

Hinek welatiyan ji Rûdawê re got ku di nava pênc xulekan de dengê şeş teqînan hatine bihîstin.

Her wiha berpirsekî Soranê jî ji Rûdawê re got, "Deng ew qasî bi hêz bûn ku ji nav Soranê jî hatine bihîstin."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve, bi zêdetirî 400 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.