Mêrdîn (Rûdaw) – Rewşenbîr û nivîskarê kurd Fuad Onen got, hejmara şehîdên Kurdistanê ji nifûsa gellek dewletan zêdetir e.
Fuad Onen xalê şehîdê têqina Hewlêrê yê Bilind Onen e, li Dêrika Çiyayê Mazî li merasîma veşartina herdu şehîdên têqin de axiftinek pêşkêş kir. Fuad Onen bal kişand ser bê dewletbûna kurdan û wiha got:
“Me îro 2 şehîd radestî axa Kurdistanê kir. Em hejmara şehîdên xwe nizanin. Lê em dizanîn hejmara şehîdên Kurdistanê ji nifûsa gellek dewlatan zêdetir e. Lê mixabin em hêj nebûne dewlet. Heyf e em heta niha li ser axa xwe nebûne desthilatdar û me çar dewletên dagirker li ser axa nedane alîke.”
Fuad Onen amaje kir ku, hemû şehîd, şehîdên Kurdistanê ne û ti caran şehîd nayên jibîr kirin û bazariya li ser şehîdan xayinetî ye û wiha domnd:
“Divê em dengê xwe bike yek. Dewletên dagirker naxwazin sînorê Kurdistanê yê xwezayî derbikevin holê. Lê kurd dê ti caran serê xwe li ber wan natewînin.”
Pêr teqînek li ber Kafeya Nellyê ku nêzîk konsulxaneya Amerîkayê ye, li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl ên Bakurû Kurdistanê şehîd bibûn û 8ê din jî birîndar bibûn.
Duhî cenazeyên herdu welatiyên ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê yên bi navê Bilind Onen (34) û Sadettin Şan (29) birîn Bakurê Kurdistanê.
Îro li saet 10:00ê bi dema Hewlêrê, li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, bi boneya gihîştina cenazeyên her dû şehîdên teqîna Enkawe ya bajarê Hewlêrê, meşeke girseyî hate lidarxistin û cenazeyên herduyan li Dêrika Çiyayê Mazî bi alayên Kurdistanê hatin veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse