Yekîtiya Ewropa: Ti merc ji bo Tirkiyê nayên sistkirin

19-04-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker bersiva Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu da û got: "Ji geşta bê vîze divê Tirkiye hemû şert û mercan cîbicîh bike û krîterên heyî bo Tirkiyê nayên sistkirin."

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li ser vexwendina Serokê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê Padro Agramunt şevê din bi serdanekê gehişte Fransayê.

Piştî hevdîtina ligel Agramunt, Davutoglu ligel Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker civiya.

Berî serdana xwe ya Ewropayê, Davutoglu ragihandibû ku eger Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya rêkeftina navbera herdu aliyan de vîzeyê bo welatiyên Tirkiyê raneke, ew pêbendê rêkeftinê nabin.

Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker jî bersiva Davutoglu da û got: "Ji geşta bê vîze divê Tirkiye hemû şert û mercan cîbicîh bike û krîterên heyî bo Tirkiyê nayên sistkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst