Kurdên Êzidî li Lalişê 366 çira hildan

19-04-2017
RÛDAW
Laliş
Laliş
Nîşan Çarşema Sor Kurdên êzidî Laliş
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Cejna sersala kurdên êzidî ku dibêjin cejna Çarşema Sor, di meha Nîsanê de çarşema yekem e li gor salnameya rojhilat.

 

Rojeke beriya cejnê, kurdên êzidî berê xwe didin perestgeha Laliş û li wir 366 çira hildigrin ku ev jî hejmara rojên salê ye. Herwiha kurdên êzidî diyar dikin ku hilgirtina çirayan, ji bo hemû mirovahiyê ye.

 

Îsal keç û jinên kurdên êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne jî beşdarî cejna Çarşema Sor bûn û herwiha daxwaz dikin ku keç û jinên din ên ku di destê DAIŞê de ne, di demeke nêzîk de werin rizgarkirin.

 

Herwiha Parlementoya Herêma Kurdistanê jî biryar daye ku ji bo rêzgirtina cejna Çarşema Sor, îro li Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst