Li Kerkûkê pankartên namzedên Kurd hatin dirandin

Kerkûk (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê hinek alî êrişî pankart û posterên namzedên Kurd ên ji boo bangeşeya hilbijartinên parlamenroya Iraqê dikin.


Li Kerkûkê poterên namzedên Kurd hatine dirandin. Li taxên Kurdan posterên namzedan tên jê kirin. Beşeke welatiyan ji Rûdawê re axivîne dibêjin: “sivikatî  bi wan tê kirin  û şovîniyê rê nade Kurdan , ku rola  wan  li Kerkûkê hebe.”


Li bajarê Kerkûkê ji bo hilbijartinên 12 Gulanê bêne encamdan 14ê Nîsanê bangeşeyê bi awayekî fermî dest pê kir.


Di nava kampaniyên hilbijartinan yên aliyên Kurdî de, bilindkirina ala Kurdistanê qedexe ye.


Derbarê kiryarên li hemberî Kurdan de xelkê Kerkûkê Elî Kerîm ji Rûdawê re wiha got: “Kurd ji bo azadiya xwe 50 sal in têkoşînê dikin. Îro di destê wan de tiştek nemaye. Em dê ji bo zilma li hemberî me tê kirin bivênevê dengê xwe bikar bînin.”


Namzedên Kurd ji dirandina poster û pankartan gilîdar in û daxwazê ji berpirsan dikin ku rê li ber wê yekê bê girtin.


Namzeda bi navê Dîlan Gafur jî wiha got: “Dirandina pankartan kiryareke şaş e. Alî û kesên vê yekê dikin diyar e ew ne demokrat in. Em dixwazin zûtirîn dem berpis rêgiriye li ber vê yekê bikin û kesên ku ev encam dane bêne ceza bikin.”


Lê li bajêr namzedên Tirkmen, Ereb û Mesihî bi awayekî azad û rihet dikarin bangeşeya hilbijartinan bikin.


Namzedê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê Ciwan Hesen jî got: “Xelk ji ber nebûna xizmetguzariyê ji rêveberiyê ji ber helwesta partiyan jî ji siyasetmedaran gazinan dikin. Xelkê ji Kurdbûna xwe bêzar bûne û nikare derdê xwe ji ti aliyekê re bibêje.


Li parêzgeha Kerkûkê ji bo 7 Kursiyan du lîste, hevpeymanek û 7 kesên serbixwe bi giştî 132 namzed ketine pêşbirkê.