Li Sîdekanê êriş: Pêşmergeyek şehîd ket

19-04-2024
Nîşan Tirkiye Êriş Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Nawirdarokê yê qezaya Sîdekanê ya Hewlêrê Pêşmergeyek şehîd ket.

Li gorî agahiyên destpêkê, êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve bi balafirên şer hatiye kirin.

Navê Pêşmergeyê ku şehîd ketiye Serwer Qadir e.

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serwer Qadir 34 salî bû û bavê sê zarokan bû.

Îhsan Çelebî ragihand ku bombebaranê doh saet 18:30î rû daye lê agahî îro berê sibehê hatiye.

Li hêla din, xelkê cenazeyê Serwer Qadir rakiriye Nexweşxaneya Soranê.

14ê Nîsanê jî li Silêmaniyê jî ciwanek di êrişa Tirkiyeyê de hatibû kuştin.

Tirkiyeyê 20ê Sibatê jî gundê Kafyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kiribû.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst