Li Amedê pevçûna malbatan: 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismîlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de bi kevir, çov û çekan pevçûn derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li navçeya Bismilê di navbera hin endamên du malbatan de ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn nîqaş derket.
Piştî demekî nîqaş mezin bû û guherî pevçûna ku kevir, çov û çek hatin bikaranî.
Di şer de 5 kes bi guleyan 2 kes jî bi lêdanê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Derbarê bûyerê de kesek hat hat desteserkirin.