Li Gemlîkê meşa ji bo Ocalan hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gemlîkê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê, ji ber meşa ji bo berdana Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan, hemû çalakî 7 rojan hatin qedexekirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û çend saziyên din îro bi dirûşma "Dema jinê ye, dema azadî û hevdîtina bi rêberê azad re ye", meşeke berfireh ber bi Gemlîkê ve dihat plankirin.

Armanca meşê xwestina berdana Abdullah Ocalan bû.

Nûnerên TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê plan kiribûn ku bi taybetî ji Stenbolê bi 6 otobusan welatiyan ji bo meşê bibin Gemlîkê.

Lê Qeymeqamiya Navçeya Gemlîkê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji îro pê ve hemû çalakiyên li navçeyê 7 rojan qedexe ne.

"Parastina yekparçeyiya dewletê"

Qeymeqamiyê diyar kir ku wan agahî wergirtine ku hinek kom û alî plan dikin 19ê Nîsanê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li navçeyê meş û daxuyaniyeke çapemeniyê pêk bînin.

Qeymeqamiyê bi hinceta "ewlehiya niştimanî", "parastina yekparçeyiya dewletê" û "rêgirtina li bûyerên nebaş" biryara qedexeya çalakiyan da.

Li gorî biryara Qeymeqamiyê, ji saet 00:01ê 19ê Nîsanê (îro) heta saet 23:59ê 25ê Nîsanê hemû cureyên çalakiyan hatin qedexekirin.

Di nav van çalakiyan de civîn û meşên li qadên vekirî û girtî, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, vekirina standan, belavkirina belavokan û daliqandina pankartan hene.

Her wiha hat diyarkirin kes û wesayîtên ku ji parêzgeh û navçeyên din bi mebesta beşdarbûna vê meşê berê xwe didin Gemlîkê, dê destûr ji wan re neyê dayîn ku derbasî sînorên navçeyê bibin