Mîktat Arslan: Divê DEM Partî ji bo pêvajoyê bi lez gavan bavêje
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina MHPyê ya Amedê Mîktat Arslan li ser pêvajoya çareseriyê dibêje, parlamento û hikûmet karê xwe dikin lê hinek pêngav hene ku divê DEM Partî bi awayekî bilez bavêje.
Mîktat Arslan ji Rûdawê re ragihand ku ji bo derxistina yasayan dem lazim e lê ew hêvî dikin ku di demeke herî nêzîk de ev pêvajo bigihîje serkeftinê.
"Divê DEM Partî zû gavan bavêje"
Mîktat Arslan diyar kir ku pêvajo wekî polîtîkayeke dewletê tê birêvebirin û got:
"Divê ji aliyê DEM Partiyê ve jî ev pêngav zû bên avêtin. Belê rast e!
Niha li parlamentoyê pêvajoyek heye ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye destpêkirin û wekî polîtîkayeke dewletê tê birêvebirin.
Lê li aliyê din, ji bo ku DEM Partî jî karibe piştgiriya pêvajoyê bike, divê zû gavan bavêje."
Arslan bal kişand ser dîtina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û pê de çû:
"Dema ku birêz Serokê me 22ê Çiriya Pêşîn a 2024an ev pêvajo dît, wê demê dizanî ku li derdora Tirkiyeyê çembereke agir heye.
Niha tişta ku em dibînin salek e lê ew 10 sal, 20 salên pêşiya me dibîne. Serokê me yê giştî bi vê hestê hîn ji wê rojê ve dît."
"Gelê Kurd ne maşika destê ti kesî ye"
Mîktat Arslan qala gotinên Bahçelî yên berê kir û anî zimên:
"Di daxuyaniya xwe de jî min qala gotinên wî yên sala 2011an kir.
Ango yên li Amerîkayê nikarin bi qasî min ji we hez bikin, yên ku li Brukselê ne nikarin bi qasî min ji we fêm bikin. Ev gotin, hîn wê demê hatin gotin."
Arslan destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her du alî jî gavan bavêjin û got:
"Lê ji bo ku ev pêvajo zû bigihîje encamê, divê DEM Partî û hikûmet jî gavan bavêjin.
Helbet derxistina yasayan pêwîstî bi demê heye. Lê em bi hêvî ne ku di demeke herî nêzîk de ev pêvajo bigihîje serkeftinê.
Ango hêviya me ew e û em di vê çarçoveyê de dixebitin."
Serokê MHPyê yê Amedê daxuyand ku hinek derdor dixwazin Kurdan bi kar bînin û wiha axivî:
"Eger we şopandibe, birêz serokê me yê giştî 3 hefte beriya niha di civîna fraksiyona partiya me de got ku ti kes nikare gelê Kurd bi kar bîne.
Wî got, gelê Kurd ne maşika destê ti kesî ye. Helbet dê ev êriş her hebin. Dê ji bo tevlîheviyê hebin. Lê li vir aqil girîng e. Jîrbûn girîng e."
"Êrişên li ser Hewlêr û Dihokê"
Mîktat Arslan bal kişand ser êrişên li ser Herêma Kurdistanê û got:
"Eger îro êrişên li ser Hewlêr û Dihokê hebin, ji bo wê yekê ne ku dixwazin wan bikişînin nava tiştekî.
Min niha jî got, lobiyek heye ku dixwaze her tevlîheviyan bike. Lewma jî divê em gelekî hişyar bin, eger dronan jî bişînin."
Arslan di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe ya ji bo aramiya herêmê anî zimên û xwe lê berda:
"Em bi hêvî ne ku Rojhilata Navîn di bin serweriya Tirkiyeyê de bigihîje qonaxeke xweş.
Her wiha her kesî hembêz bike û wekî birayên xwe bibîne. Em li hemberî wan hemû êrişan in ku li dijî mirovan tên kirin.
Min niha jî got, dê her tim hewl bidin ku tevlîheviyan çêbikin.
Îsraîl dê bike, dê li Îranê bikin, dê li Îraqê bikin û yên din jî her wisa. Dê tevlîheviyan çêbikin. Lê tişta girîng, jîrbûna li hemberî van e."
"Em bi hêvî ne aramî pêk were"
Mîktat Arslan di berdewamiyê jî de got, "Divê em bi xwînsarî çavdêriya wê bikin ka dê çi jê derkeve.
Divê em li hemberî vê yekê hişyar bin. Em bi hêvî ne ku li vê herêmê aramî hebe.
Li gel vê pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' a ku serokê me yê giştî daye destpêkirin, em bi hêvî ne ku li herêma me aramî û xweşguzeranî bê dabînkirin.
Baweriya me bi vê yekê heye û em ji bo vê yekê dixebitin."