Li 4 deverên Herêma Kurdistanê zêdetirî 1,000 mîlîmetreyî baran bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê rêjeya barana îsal a li navendên parêzgehan û îdareyên serbixwe belav kir.

Li gorî amaran, herî zêde li Îdareya Raperînê baran bariya û li ser asta parêzgehan jî Helebce di rêza yekem de ye.

Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê, rêjeya baranê li piraniya deveran gihîştiye asteke mînakî.

Her wiha amarên barana îsal ên heta îro hatin ragihandin.

Rêjeya baranê ya li navendên parêzgehan wiha ye:

Helebce: 1052,9 mîlîmetre

Silêmanî: 1038,4 mîlîmetre

Dihok: 860,7 mîlîmetre

Hewlêr: 674,1 mîlîmetre

Amar nîşan didin ku li her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê rêjeya baranê 1000 mîlîmetre derbas kiriye.

Rêjeya baranê ya li navendên îdareyên serbixwe:

Li ser asta îdareyên serbixwe, navenda Raperînê (Ranye) rekora herî zêde barîna li ser asta hemû Herêma Kurdistanê şikandiye. Rêjeya baranê wiha ye:

Raperîn (Ranye): 1193,2 mîlîmetre

Zaxo: 973,9 mîlîmetre

Soran: 953,2 mîlîmetre

Germiyan (Kelar): 516,5 mîlîmetre

Li gorî van daneyan, Îdareya Raperînê bi koma 1193,2 mîlîmetreyî îsal bûye devera herî bi baran a Herêma Kurdistanê. Li hemberî vê yekê jî Germiyan bûye devera herî kêm baran lê bariyaye.

Keşnasiya Herêma Kurdistanê îro ragihand ku di 24 saetên borî de, baranbarîna li navendên parêzgehan wiha bûye:

Hewlêr: 6,4 mîlîmetre

Silêmanî: 13,3 mîlîmetre

Dihok: 27,1 mîlîmetre

Kerkûk: 10,4 mîlîmetre