Li Bakurê Kurdistanê barana zêde: Li Sêrt û Mêrdînê lehî rabû, pez mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêrt û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê barana zêde û lehiyê bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Li her du parêzgehan gelek mal û kargeh di bin avê de man û zerereke mezin çêbû.

Li Mêrdînê welatî hatin rizgarkirin

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji ber barana zêde li taxên Baglar, Ulucamî, Yunus Emre û Yeniyê lehî rabû. Hinek mal û kargeh di bin avê de man.

Hinek welatiyên ku ji ber lehiyê di malên xwe de asê mabûn, ji aliyê tîmên Şaredariya Midyadê û agirvemirandinê ve hatin rizgarkirin.

Tîman ji bo derxistina ava ku li mal, kargeh û kolanan kom bûbû dest bi xebatan kir.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Birêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) jî bi makîneyên kar piştgiriyê didin xebatan.

Li Sêrtê pez mirin û pirek xera bû

Li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê jî ji ber barana zêde lehî rabû.

Li navenda Sêrtê li taxên Kooperatîf, Alan û Algulê qatên jêrzemînê yên hinek mal û kargehan di bin avê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û AFADê çûn herêmê û dest bi xebatên derxistina avê kir.

Pira Kezerê ya li ser Çemê Kezerê jî ji ber barana zêde xera bû.

Li taxên Sumer û Tekelê yên Misircê kolan di bin avê de man û hinek rê xera bûn.

Li Taxa Sumerê av ket du axuran, hinek pez mirin û êm û kayê zerer dît.

Qaymeqamê Misircê Samet Serin li herêmên ku lehî lê rabûye lêkolîn kirin.

252 caran banga alîkariyê hat kirin

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê, heta saet 02:00yan ji navend û navçeyan welatiyan ji bo lehiyê 252 caran bangî Navenda Banga Bilez a 112an kir.

Li ser bangan ji AFAD, Îdareya Taybet, Şaredariya Sêrtê, Karên Avê yên Dewletê (DSI) û Rêyên Bejahî gelek tîm û wesayît çûn herêmê.

Her wiha tîmên ewlehî, cendirme û tenduristiyê jî piştgirî da xebatan.

Parêzgariya Sêrtê: Em dê piştgiriya welatiyan bikin

Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya li ser Pira Kezerê ya ku xera bûye û herêmên di bin rîska lehiyê de ne lêkolîn kirin û ji rayedaran agahî wergirtin.

Kemal Kizilkaya diyar kir ku di navbera saet 03:00 û 05:00an de li ser metrekareyekê 30 heta 97 kîlogram baran bariyaye.

Kizilkaya da zanîn ku wan ji bo ewlehiyê Pira Kezerê ji trafîkê re girtiye û çûn û hatin di ser pira nû re tê kirin.

Parêzgarê Sêrtê anî zimên ku pêşîniya wan derxistina avê û tespîtkirina zererê ye û got, "Piştî ku tespît xelas bûn em dê piştgiriya pêwîst bidin welatiyên xwe."