Li Efrînê 10 ton heşîş hat jinavbirin

19-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Efrîn (Rûdaw/ANHA) – Li bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê 10 ton heşîş ji aliyê YPG û asîşê ve hat jinavbirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Asayîşê li navçeyên Cindirês û Şiyê yên Efrînê 10 ton heşîş destser kirin û pişte şewitandin. Opersyonên ji bo jinavbirina heşîşê li herêmê didome û rayedaran diyar kirin heta herêm bi temamî ji heşîşê paqij bibe dê opersyona li dijî heşîşê bidome.

Endamê Asayîşa Navçeya Cindirêsê Şêx Mihemed Seydo diyar kir ku opersyona wan bi alîkariya YPG’ê pêk tê û bal kişand ser bandora neynî ya madeya heşîşê li hemû herêmê. Heşîşa ku hatiye hilkirin li pêşiya welatiyan hate şewitandin.

Asayîşa Navçeya Şiyê bi alîkariya YPG’ê li navçeyê û gundên Meroniyê û Remezana yên girêdayî navçeyê bêtirî 100 kîlogiram  heşîşê hilkirin û li ser rê li pêş çavê welatiyan şewitandin.

Endamê Asayîşa Navçeya Şiyê Mistefa Seîd got ku operasyona wan heta heşîş bi temamî ji herêmê paqij bibe, wê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst