Hêmin Hewramî: Rêkeftina Goran û YNKê guhertinê çênake

19-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku PDKê li ser 3 asta li rêkeftina di navbera Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dinere.

 

Di dema beşdarîkirina bernameya “Rudawa Îro” ya Rudawê de Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewrambal kişande ser wê yekê ku eger rêkeftina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera YNK û Gorranê de be, ji bo wan asayî ye, lê eger rêkeftina han ji bo ferzkirina ajandayekê be li ser PDKê, ti encam jê dernakevin.

 

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku ew rêkeftin li ser asta Herêma Kurdistanê nikare guhertineke berbiçav durust bike.

 

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê duh sêşemî 17ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê bi fermî rêkevtinek bi hev re îmza kir.

 

Rêkevtina navbera YNKê û Gorranê ji 25 madeyan û 6 beşan pêk hatiye

 

PDKê di sala 2007an de rêkevtinek stratejîk bi YNKê re îmza kir.

 

Îro jî YNKê û Gorranê bi fermî rêkevtinek siyasî li Debaşan li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî îmza kirin.

 

Çavdêrên siyasî pêşbînî dikin, ku rêkevtina navbera YNKê û Gorranê hevkêşeyên siyasî li Başûrê Kurdistanê biguherîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst