Pênciwênî: Nêçîrvan Barzanî di navbera şoreşa Bakur û Tirkiyê de roleke giring dît
Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Lêkolînan a Rûdawê panêlek bi navê Serokê Herêma Kurdistanê û 4 salên siberojê birêve bir. Di panelê de gotûbêj li ser derfet û rêgiriyên li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê hene hat kirin.
Beşekî panelê taybet bû bi peywendiyên Serokê Herêma Kurdistanê ligel wan welatên cografyaya Kurdistanê ku Kurd bi ser wan de hatine dabeşkirin.
Siyasetvanê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî got, Nêçîrvan Barzanî rolekî sereke di vekirina hinek girêkên kor di navbera şoreşa Bakur û hikûmeta Tirkiyê de dîtiye û herwiha Nêçîrvan Barzanî di karê dewletdarî û siyasetê de bi dîplomasiya xwe kesekî serkeftî ye û karî Herêma Kurdistanê rizgar bike.
Mihemed Emîn Pênciwênî got: “Nêçîrvan Barzanî roleke sereke hebû di vekirina hin girêhişkên ku di navbera şoreşa Bakur û hikûmeta Tirkiyê de hebû û di encam de bi hewlên hemû aliyan, ew prose hate pêş (proseya aştiyê) ku ev prose meseleya Kurd ne tenê li Bakur, lê belê di qada cîhanî de jî bi çend pêngavan pêş xist. Nêçîrvan Barzanî di karê dewletdarî de û di karê siyasî de bi prensîpên xwe yên dîplomatîk serkevtî bûye û di wan astengiyên dawiyê de jî ku me dît, karî rewşê ji metirsiyê biparêze û bigihîne vê rewşa ku niha heye.”
Pêncwênî dibêje ku divê Serokê Herêma Kurdistanê komîteyekê ava bike û li ser vê bingehê bi aliyên din ên Kurd re li beşên din ên Kurdistanê têkiliyê deyne.
Mihemed Emîn Pênciwênî tekez kir: “Divê mekanzîmeke nû dane ku çawan pêwendî bi hêzên parçeyên din ên Kurdistanê bike û ew mekanzîm divê li parlamentoyê bibin yasa, daku bêne cîbicîkirin.”
Beşeke din a panelê taybet bû bi peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê. Mamostayê Zanîngeha Uludag a Tirkiyê Dr. Tûnc Taştekîn ragihand ku Tirkiyeya niha ne ya salên 90î ye û dixwaze peywendiyên xwe ligel Hewlêr û Bexdayê pêş bixe û ti yek ji wan cihê aliyê din nagire.
Bi gotina Dr. Taştekîn, Tirkiye girîngiyê dide mafê Turkmenan û dikare wek pirekê di navbera wan du aliyan de bên dîtin û dixwaze peywendiyên xwe yên aborî, bazirganî û kulturî ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe, ji ber ku Tirkiye girîngiyê bi Hewlêrê dide.
Taştekîn da xuyakirin: “Pêwîst e ligel Herêma Kurdistanê metirsî û berjewendiyên hevbeş bên diyar kirin. Bo parastina berjewendiyên hevbeş divê em xalên xwe yên hevbeş derxînin pêş. Berjewendî û metirsiyên hevbeş li gor Herêma Kurdistan û Tirkiyê bên destnîşan kirin û em bawer in Nêçîrvan Barzanî dikare di vî warî de karên baş bike û peywendiyên me dê bi başî pêşve biçin.”
Di panelê de hat tekezkirin ku karê herî destpêkê pêşxistina Herêma Kurdistanê û parastina mafê pêkhateyan û ragirtina hevsengiya ligel Bexdayê ye. Herwiha panelîstan tekez kirin ku divê tevahiya partiyên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hevkariya Serokê Herêma Kurdistanê bikin.
Bi gotina panelîstan, Nêçîrvan Barzanî siyasetvaneke ku dikare rolekî çalak bibîne.
::::::::::::